Li Hesekê wesayita bombe lê barkirî hat rûxandin -BI DÎMEN-

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Salihiyê yê Hesekê êrîşa çeteyan a bi qemyoneke bombebarkirî bê bandor kir.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Salihiyê yê Hesekê êrîşa çeteyan a bi qemyoneke bombebarkirî bê bandor kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li gundê Salihiyê yê Hesekê çeteyên DAIŞ’ê saet di 16.45’an de hewl dan bi qemyoneke bombebarkirî êrîş bikin. Şervanên YPG’ê yên ku qemyon ferq kirin û mudaxele kirin. Di encama mudaxeleya şervanên YPG’ê de qemyon beriya bighêje ermanca xwe hate teqadnin.

Hatra ragihandin piştî teqandina wesayitê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê şer rû dan. Şer û pevçûn didome.