Li Hesekê serjimartin
Li bajarê Hesekê û gundên li derdora wê, serjimartinê dest pê kir.
Li bajarê Hesekê û gundên li derdora wê, serjimartinê dest pê kir.
Karê serjimartinê, ku di 5'ê Cotmehê de li Kantona Cizîrê dest pê kir, îro li Hesekê û gundên li derdorê dewam dike. Serjimartin ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)'ê ve tê kirin.
Sê hezar û 250 mamoste û endamên komînan ên bajarê Hesekê di xebatên serjimartinê de cih digirin. Xebatên serjimartinê li 7 herêman hatin wezîfedarkirin. Herêmên wê xebat li gorî wan bêne meşandin wihane: xeta Til Birak, Xeta rêya Amûdê, Xeta Til Bêder û rêya Dirbêsiyê, Xeta bajarokê Tiwêne û Xeta Çiyayê Kizwanan. Li bajêr xebat ji bo sê xetan hatiye dabeşkirin. Xeta rojhilat, Xeta rojava û xeta Çemê Xabûr.
Endamên Komîteya li ser xebatên jimartinê disekinin saet di 07.00 de li navendên xwe kom bûn û dest bi amadekariyê kirin.
Saet di 08.00 de xebatên jimartinê dest pê kirin. Di dema xebatên serjimartinê de li tevahiya bajêr bê dengî heye. Çûn û hatin li nava bajar ji bilî xebatkarên serjimartinê nîne. Hêzên Asayîşê dewriyên xwe li hemû derê belav kirine.