Li Hesekê serjimarî bi dawî bû
Li Hesekê serjimariya ku dihate plankirin li 3 gundan, 4 xetan û bi tevahî li 7 navendan were kirin bi dawî bû.
Li Hesekê serjimariya ku dihate plankirin li 3 gundan, 4 xetan û bi tevahî li 7 navendan were kirin bi dawî bû.
Bi daxuyaniyeke nivîskî hate gotin serjimarî bi dawî bû. Hediye Yûsiv, Hevseroka Sîstema Federaliya Demokratîk a Komîteya serjimariyê axivî û got, ‘’Di xebatê serjimariyê de çi kesê ku ked dayî em malavaniyê li wan dikin’’ û bi berdewamî got sermijarî bê kêşe derbas bûye û wiha got, ‘pêkhatina serjimariyê ya bi desteka gelê me û serketî nîşan dide ku rêveberiya me rewa ye û desteka gel jê re heye.’’
Hevseroka Sîstema Federaliya Demokratîk Yûsiv wiha got:
‘’Xebata 3’yan a serjimariyê 14’ê Cotmehê me li Hesekê pêk anî. Xebat saet 08.00’an dest pê kirin û saet 15.30’an bi dawî bûn. Gelê me û hemû saziyan bi cidîyetekê guhê xwe daye komîteya amadekar, bi aheng destek dane û xebitîne. Ji bo vê jî xebatê sermijariyê li Hesekê û gundên wê bi serketî qediyane. Em spasiya xwe li mamoste, komîn, endamên meclîsê û yên ji saziyên din tevlê bûyin dikin û her wiha spasiyê xwe li hêzên HPC’ê dikin. Ev xebata serjimêriyê rewatiya rêveberiya me û desteka gel nîşan dide. Encamên vê xebatê yên li bajarekî mezin ê Hesekê nîşan didin, me weke gel û rêveberî nîşan da ku em dikarin jiyana xwe bidomînin. Ji bo vê serketiyê em spasiyên xwe li gel dikin.
Em spasiyên xwe li kedkarên çapemeniyê dikin ku ji destpêkê ve xebat dişopandin.’’