Li Hesekê Tevgera Ciwanên Şoreşger navenda xwe bi merasîmeke bi beşdariya sedan kesî duh vekir.
Li bajarê Hesekê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi beşdariya sedan kesî, duh merasîma vekirina navenda pêk anî. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Hemza Tolhildan axivî.Tolhildan komkujiya Parîsê şermezar kir û her wiha rola ciwanên şoreşger a li Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê anî ziman û diyar kir ku ciwanan rola sereke di şoreşan de girtiye. Tolhildan diyar kir ku gelek navendên ciwanan li bajarên rojavayê kurdistanê hatin vekirin û di demên pêşde Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) wê navendên perwerde û hişmendiya ciwanan vebikin.
Piştre Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Welîda Bûtî axivî û wiha got:''Gelê rojavayê kurdistanê di qonaxeke nazik re derbas dibe. Ji ber wê jî ji ciwana tê xwestin ku rola xwe ya netewî nîşan bidin û li hember hemû planên li dijî gelê kurd rûdidin, xwe baş bi rêxistin bikin”'.
Piştre Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger Karker Remedan, Nalîn Mi'o û Ezîz Oso jî li ser rola ciwanan axivîn û soz dan ku ewê navendê bikin cihê rêxistinkirina ciwanên bajêr û bang li ciwanan kirin ku tevli xebatên ciwanan bibin.
Koma Tolhildan bi stranên xwe yê şoreşgerî merasîm bi dawî kirin.