Li Hesekê karker ji kar tên qewitandin

Li Hesekê karker ji kar tên qewitandin

Li bajarê Hesekê Saziya Iskan Eskerî ya girêdayî artêşa rejîma Sûriyeyê ye 236 welatiyên ku di saziya wan de kar dikirin ji kar qewitandin.

Li bajarê Hesekê saziya Iskan Eskerî ya girêdayî artêşa rejîma Sûriyeyê, ku bi karên avahî û xebatên sivîl radibe 236 karkerên sivîl ên bi salane li bawan dixebitin ji kar qewitandin. Kesên ku hatine qewitandin tu karên din tune ye ku debara jiyana zarokên xwe pê bikin.

Derbarê qewitandina karkera de Ehmed Mihemed Xelîl ku yek ji karkerên ku hatin qewitandin ji ANF'ê ragihand ku ew di karê boyaxê de dixebitî û ev ji 2 salan zêdetir di Saziya Iskan Eskerî de dixebitî. Her wiha Xelîl da zanîn ku ew bi hinceta ku şîrket êdî nikare bihayê karê wan bide wan ji kar hatin qewirandin.

Xelîl û hin hevalên xwe ku ji karê xwe hatine qewitandin, serî li Mala Gel a Bajarê Hesekê dan û dan zanîn ku ew bê kar mane, nikarin zarokên xwe bi rengî xwedî bikin.