Li herêma Katoyê ya navçeya Elkê pevçûn dijwar dibin û berdewam dikin. Tê gotin ku li herêma operasyonê leşker nikarin ji ber gulebarana gêrîlayên HPG'ê pêş dikevin û herêmê raste rast ji aliyê helîkopterên kobra ve tê bomebarankirin. Hate hînbûn ku, leşkeran bang li cerdevanan kir ku tevlî operasyonê bibin, lê cerdevanan bersiva "Em nayên operasyonê" dan.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê pevçûn bi dijwarî berdewam dikin. Şevê din di navbera leşker û gêrîlayên HPG’ê de li herêma gundê Setkarê de pevçûn qewimîbû û pevçûn berdewam dike. Li gorî çavkaniyên ji heremê hatine ragihandin ku, leşkerên derketin operasyonê li bejahiya Navgra yê nêzî gundê Setkarê tên rawestandin û nikarin pêşbikevin. Herêm ji aliyê 4 helîkopterên kobra va heya serê sibê hate bombebarankirin û herêma Çiyayê Katoya Jîrka jî gulebaran kirin. Hate îdîakirin ku li nêzî gundê Setkarê 8 wesayîtên zirxî yên bi navê kirpî û gelek leşker dimînin. Fermandariya Tûgaya navçeyê jî şevê din Katoya Jîrka û Katoya Marînosê bomebaran kirin. Li herêmê balafirên bêmirov difirin. Ji ber pevçûnan welatiyên navçeyê derneketin kolanan.
CERDEVAN: EM NAYÊN OPERASYONÊ
Hate hînbûn ku, leşkeran bang li gelek cerdevanên navçeyê û gundan ji bo tevlî operasyonê bidinin kirin. Lê cerdevanan got, "Em nayên operasyonê" û bertek nîşanî rayedarên leşkeran dan û tevlî operasyonê nebûn.