Li herêma Aliya 8 gund û 4 gundik hatin rizgarkirin
Hêzên YPG'ê, li herêma Aliya ya Til Temirê li ser daxwaza gundiyan li dijî çeteyan çalakiyek bi bandor lidar xistin û di encamê de 8 gund û 4 gundik ji çeteyan paqij kirin.
Hêzên YPG'ê, li herêma Aliya ya Til Temirê li ser daxwaza gundiyan li dijî çeteyan çalakiyek bi bandor lidar xistin û di encamê de 8 gund û 4 gundik ji çeteyan paqij kirin.
Di çalakiya ku hêzên YPG’ê li ser daxwaza gundiyan li herêma Aliya ya Kantona Cizîrê şevê din lidar xist de, 8 gund û 4 gundik hatin rizgarkirin.
Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê ji herêma şer ragihandin, hêzên YPG/YPJ’ê li ser daxwaza gundiyan li herêma Aliya ya li bakurrojavayê Til Temir ku dikeve navbera Serêkaniyê û Til Temir, li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek lidar xistin. Piştî çalakiya ku şevê din saet di 01.00’an de destpê kir, li herêmê pevçûnên dijwar derketin.
Di encama pevçûnên ku heta danê sibehê dewam kirin û derbeyên giran li çeteyan hatin xistin de, gundên bi navê Elmaha, Dişo, Siraç, Hela, Behama, Effan, Keşke û Gişat, 4 gundik û girê Rezazê ji çeteyan hatin paqijkirin. Her wiha wesayîteke ku doçkaya 12.5 li ser û wesayîteke leşkerî hatin rûxandin.
Di pevçûnan de gelek çete hatin kuştin û cenazeyên 5 ji wan ketin destê YPG’ê.
Li aliyê din balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê jî, nuqteyên çeteyan bombebaran kirin.