Li Hênê piştî peçvûnê serdegirtina malan: 10 binçavî

Li Hênê piştî peçvûnê serdegirtina malan: 10 binçavî

Ii navçeya Hênê ya Ameê piştî pevçûna di navbera gerîlayan û polîsên tirk de, polîsan bi ser gelek malan de girtin û 10 kes binçav kirin.

Hat îdîakirin ku di encama pevçûna li nêzî Midûriyeta Emniyeta navçeya Hênê ya Amedê qewimî de 3 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan şandin Tiba Edlî ya Meletiyê. Pevçûna li navenda navçeyê saet di 21.30 de dest pê kir û heta 02.50 berdewam kir.

Piştî pevçûnê polîsan bi ser gelek malan de kirin. Di encama serdegirtinê de, Serokê berê yê BDP’ya Hênê Hamit Aras, Endamê Meclîsa Şaredariyê Osman Adsiz, Endamê Meclîsa Şaredariyê Ali Ozden, Hasan Topkaya, Mazlum Narin, Îrfan Narin, Bilal Almaz, Hayri Solmaz, Murat Bozyil, û Abdullah Yakıcı hatin binçavkirin û birin midûriyeta polîsan. Ji vana Hamit Aras, Osman Adsız, Hasan Topkaya û Murat Bozyil serbest hatin berdan. Her 6 kesên din jî di binçavan de ne.