Li Çewlîkê avahiya BDP’ê rastî êrîşa komekê ku di nava wan de cerdevan û nîjadperestên Tirk jî hebû di bin kontrola polîsan de bû, hat. Nêzî 30 ku di nav de serokê BDP’an navendê jî hebû di avahiyê de asê man. Hate hînbûn ku birîndar hene.
Li Çewlîkê piştî nimêja înê komekê bi dirûşemeyên “Şehîd namirin, welat ji parçe nabe” berz kirin û êrîşê avahiya BDP’ê kirin. Komê bi kevir û textayan êrîş kirin û balkêş bû ku polîsan mudaxaleyê komê nekir. Hate destnîşankirin ku nêzî 30 kesî di avahiyê de asê mane û Serokê BDP’ya navendê jî di nav de ye.
GEFÊN MIRINÊ KUŞTINÊ
Avahiya BDP’ê di 16’ê îlonê de jî ratî êrîşa komekê k udi nav de polîs jî hebûn hat. Parlamenterê BDP’ê yê Çewlîkê Îdrîs Baluken diyar kiribû ku piştî êrîşê Midûriyeta Şaxa Polîsan gefên mirinê li BDP’iyan xwariye.