Li Taxa Şêxmeqsut a Helebê, di encama topên hawanê de 4 welatiyên sivîl ên Kurd jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di saetên nîvro de 2 topên hawanê li Taxa Şêxmeqsut Xerbî ketin. Hate ragihandin ku topên hawanê li li pêşi Qehwexaneya Cemîl Horo ketiye û di encamê de 4 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest daye.
Hate zanîn ku hawan ji rojhilatê taxê ku tu şer û pevçûn lê tunene ve hatine avêtin.