Li Harûna cerdevanek hat kuştin

Li Harûna cerdevanek hat kuştin

Gerîlayên HPG’ê îro piştî danê nîvro bi çekên giran bi ser Qereqola Cendirmeyan a Harûna ya di navbera navçeyên Gever û Şemizînanê de girtin. Di pevçûnê de herî kêm cerdevanek mir û leşkerek birîndar bû.

Li gorî agahiyên xwecihî, gerîlayên HPG’ê îro piştî nîvro careke din avêtin ser Qereqola Harûna ya ku di 7’ê Tebaxê de jî li rastî serdegirtina gerîlayan hatibû. Hat ragihandin ku gerîlayên HPG’ê di çalakiyê de çekên giran bi kar anîn. Piştî çalakiya gerîlayan pevçûn dest pê kir. Li gorî agahiyên pêşî gerîlayên HPG’ê li baregehên qereqolê xistin di encamê de cerdevanê bi navê Abdulazîz Marmara mir, leşkerek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan, pevçûn bi dawî, herêmên çiyayî tên bombebarankirin.