Li Harûna bi dehan leşker hatin kuştin

Li Harûna bi dehan leşker hatin kuştin

Hat ragihandin ku di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê ya duh li dijî Qereqola Harûna ya di navbera navçeyên Gever û Şemizînan pêk hat de herî kêm 50 leşker hatin kuştin û qereqol demek ketiye destê gerîlayan.

Li gorî agahiyên çavkaniyên nêzî HPG’ê, di encama çalakiya gerîlayan a li dijî Qereqola Cendirmeyan Harûna bi dehan leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û qereqol demek ket destê gerîlayan. Çavkaniyê da zanîn ku gerîlayan çalakiyek fedayî ya bi bandor li dar xstine. Piştî çalakiya gerîlayan hêzên artêşa Tirk ji ber şoka çalakiya gerîlayan a li Harûnayê operasyon rawestandin.

QEREQOL KET DESTÊ GERÎLAYAN

Li gorî çavkaniya nêzî HPG’ê di 14’ê îlonê de, di saetên danê êvarê de li Qereqola Harûna ya di navbera Gever û Şemizînanê de bidehan leşker hatin kuştin û bi dehan leşker birîndar bûn. Hat ragihandin ku qereqol demek ketiye destê gerîlayan.

ÇALAKIYA FEDAYÎ

Li gorî heman çavkaniyê, gerîlayên HPG’ê li dijî Qereqola Harûnayê çalakiyek fedayî ya bi bandor li dar xistin. HPG’ê da zanîn ku ew ê der barê çalakiya fedayî de di rojên pêş de agahiyên berfireh ên der barê vê çalakiyê de bidin.

DI ARTÊŞA TIRK ŞOKA ÇALAKIYA GERÎLAYAN

Hat ragihandin ku piştî çalakiya gerîlayan a bi bandor, artêşa Tirk operasyonên li Ewliya û Şkêrê Spî bi temamî rawestand. Çavkaniyê da zanîn ku ev demeke yekîneyên artêşa Tirk ên li van herêman dixwazin ber bi pêş ve biçe, lê ji ber çalakiyên gerîlayan nikarin. Hat ragihandin ku yekîneyên artêşa Tirk ên li herêmê bê tevger mane.

Her wiha, hat diyarkirin ku deverên Gostê, Masîro, Kurê Mizgeftê û Ranya Pîrê yên navçeya Şemizînan a Colemêrgê ji aliyê balefirên şer ên artêşa Tirk ve hatin bombebarankirin.

Hêjayê gotinê ye ku gerîlayên HPG’ê di 7’ê Tebaxê de li dijî Qereqola Harûna çalakiyek pêk anîbûn.