Li Gurgumê Rewşa Awarte didome

Li Gurgumê Rewşa Awarte didome

Li Gurgumê Rewşa Awarte (OHAL) didome. Biboneya 34'emîn salvegera komkujiya Gurgumê gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî xwestin li Gurgumê meşê pêk bînin. Lê girseyên ku ji gelek bajaran hatin Gurgumê, di ketina bajar de hatin rawestandin. Serokê Giştî yê Federasyona Alewî Bektaşiyan Sellahattin Ozel, bertek nîşanî pekanînên Gurgumê dan û anî ziman ku, li Gurgumê Rewşa OHAL'ê tê jiyandin. Li aliyê din nûçegihanê DÎHA'yê Erdogan Altan ku nûçe dişopand bi awayeki, keyfî hate astengkirin û binçavkirin.

Biboneya 23'ê Kanûna 1978'an Komkujiya Gurgumê saziyên girêdayî Federasyona Elewî Bektaşiyan û partiyên siyasî xwestin li Gurgumê meşekê pêk bînin. Gelek nûner û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û elewiyan ku xwestin li Qada Garê meşê pêk bînin rastî astengiyê hatin. Hate diyarkirin ku, Wezîrê Navxweyî ferman daye û meş qedexe kiriye. Polîsan fermana Wezîrê Navxweyî hincet nîşan da û destûr neda ku girse bikeve bajar.

Saziyên ku di nav de Serokê Giştî yê Federasyona Elewe Bektaşiyan Sellahattin Ozel, nûnerên girêdayî saziyên elewiyan û federasyonê, li ber Otela Belli ya Mereşê daxuyanî dan çapemeniyê. Polîsan otel dorpêçkirin û nuçegihanê ajansa nûçeyan ya dîcle DÎHA asteng kir û destûr neda ku dîmenan bikişine.

Ozel diyar kir ku, niha li Gurgumê rewşa OHAL heye û wiha got: "Li vir 34 sal berê komkuji pêk hat. Ji bo em balê bikşînin ser vê komkujiyê, me xwest em meşekê li vir pêk bînin. Lê bi fermana Wezîrê Navxweyî polîs çalakiya me asteng dike. Niha em diçim Saziyên Çanda Elewiyan yên li Bajaroka Narliyê." Piştî daxuyaniyê girse çû komeleya

Çanda Elewiyan ya Narliyê. Girseya ku ji 9 bajarên derdorê hatin Gurgumê li derveyî Gurgumê hatin rawestandin. Polîsan bi wesayîtên zirxî derdora Gara ku meş lê bihata lidarxistin jî dorpêç kirine.

NÛÇEGIHANÊ AJANSA DÎHA HATE BINÇAVKIRIN

Li aliyê din nûçegihanê Ajasna Dîcleyê (DÎHA) Erdogan Altan ku ji bo nûçe bişopîne çû Gurgumê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Dema Nûçegihan Altan xwest meşa saziyên sivîl ên civakî, elewî, nûnerên BDP û CHP'ê ya li Gara Gurgumê pêk bê bişopîne çû Gurgumê, polîsan destpêkê destûr neda ku wêne û dîmenan bikişîne, pişt re jî Altan binçav kirin. Polîsan piştî nîv demjimêrê rojnamevan Altan binçavkirin, dimen û wêneyê wî jê birin û pişt re serbest berdan. Li Gurgumê rageşî berdewam dike.