Li navçeya Şêrawa ya Efrînê Meclisa Gel li gundên Şadêrê, Xezawiyê û Waska bi mebesta nirxandinên rewşa dawî ya siyasî civînên gel li dar xistin. Endamê TEV-DEM’ê Arif Şêxo di civîna gel de axaftinek kir û diyar kir ku Kurd bi vîna xwe bersiva hemû êrîşan didin.
Di civînan de Endamên Komîteyên Rêvebir ê Meclisa Gel û nûnerên saziyên navçeyê amede bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin. Endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)Arif Şêxo axivî û bal kişand li ser rewşa ku Sûryeyê
Şêxo diyar kir ku gelê kurd ji destpêka şoreşê de çalakiyên xwe li dijî rêjîma Baasê li dar xistiye, gelek qurbaniyên Kurdan jî hene. Şêxo axaftinên xwe bi van gotinan domand: ''Me wek kurd xeta azadiya ku şoreş li ser hate avakirin parastiye. Tevî ku gelek aliyan xwestin ku berê şoreşa gel ji bo berjewendiyên xwe biguherin. Lê gelê me bi vîna xwe bersiva wan aliyan dan''.
Şêxo di axaftinên xwe de destnîşan kir ku rêjîmê siyaseta birçîbûnê li ser gel ferz kiribû û got: “Îro jî li ser gelê me embargo heye. Dê bivê embargoyê jî bi ser nekevin. Gelê me bi vîna xwe destnîşan kiriye ku ew ê bi ser bikevin.”
Piştre Serokê Meclisa Gel a Efrînê Etûf Ebdo axivî û da zanîn ku avakirina meclisên gel gava herî rast û durist bû ji bo avakirina xweseriya demokratîk. Ebdo berxwedana Yekîneyn Parastina Gel (YPG) silav kir û bal kişand ser rola YPG’ê ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê.
Di dawiya civînan de pirsên gel hatin bersivandin.