Li gundê Qahîra 80 çete hatin kuştin

Şervanên YPG/YPJ’ê îşev gundê Qahîra yê Til Temirê ji çeteyên DAIŞ’ê paqijkirin. Di pevçûnan de herî kêm 80 çete hatin kuştin.

Şervanên YPG/YPJ’ê îşev gundê Qahîra yê Til Temirê  ji çeteyên DAIŞ’ê paqijkirin. Di pevçûnan de herî kêm 80 çete hatin kuştin.

Di roja 12’an a Pêngava Fermandar Rûbar de çeteyên DAIŞ’ê tar û mar bûn.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA  ji herêmê ragihandine; îşev saet 20.30’an şervanên YPG/YPJ’ê gundê Qahîra yê Til Temir jî bi temamî ji çeteyan rizgar kirin.

Çeteyên ku îro ji serê sibê ve di çembera YPG/YPJ’ê de mane û dixwazin xwe xelas bikin, piştî ku hewldana wan a bi wesayîtên bombebarkirî jî vala hate derxistin, hewl dan ji gundê El-Semîr birevin û xwe ji çemberê xilas bikin; lê çeteyên ku hewl dan ji gundê El-Semîr birevin ji aliyekî bûn hedefa şervanên YPG’ê, ji aliyê din ve ji aliyê koalîsyona navneteweyî ve hatin bombebarankirin.

Di encama êrîşên YPG’ê ya li ser çeteyan û bombebarana hêzên koalîsyonê de herî kêm 80 çete hatin kuştin, her wiha 4 wesayîtên çeteyan jî ketin destê şervanên YPG’ê.

Li herêma gundên Xabûr îro di tevahiya rojê de hejmara çeteyên ku hatine kuştin ji 150 derbas kir.

Li herêma rojavayê Til Temir şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe didome.