Li gorî Naîm Şahîn mirinên leşkeran nesîbe!

Li gorî Naîm Şahîn mirinên leşkeran nesîbe!

Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn dema serdana taziya malbata leşker Mehmet Emîn Çugun yê li Afyonê mir, gafek din jî li gotinên xwe yên beredayî yên berê zêde kir. Got; “Şehîdbûn û gazîtî karê nesîbe.”

Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn li Îdirê çû serdana taziya leşkerê bi navê Mehmet Emîn Çugun yê li Afyonê di teqînê de mir. Di dema serdanê de Şahîn ji rojnamevana re axivî û got; “Her tişt karê nesîbe. Hatina me ya Îdirê jî nesîbe. Me hema di cih de biryar girt û em hatin Îdirê. Şehîdbûn jî, gazîtî jî, dirêj jiyan kirin jî, di temenê ciwan de şehîdbûn jî nesîbe.”