Li gundê Girzîro yê Girkê Legê ku ev 11 rojin tabûra leşkerên Sûryeyê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê ve hatibû dorpêç kirin, veqetîna leşkerên rejima Sûrî berdewam dike. Herî dawî di encama berxwedana hêzên YPG’ê de 31 leşkerên Sûriyeyê şeva din ji tabûra xwe veqetiyan û teslîmî YPG'ê bûn.
Hêjmara leşkerên Sûryeyê ku ji tabûrê veqetiyan û teslîmî YPG'ê bûn giha derkete 60’an.
Lê belê hêjayî gotinê ye ku heya niha di derbarê vê mijarê de YPG’ê daxuyaniyek nedaye. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, YPG’e dê di derbarê vê mijarê de daxuyaniyekê bide.