Li girtîgeha Tekîrdagê ya Hejmar 2 sînordarkirina pirtûkan
Li girtîgeha Tekîrdagê ya Hejmar 2 sînordarkirina pirtûkan
Li girtîgeha Tekîrdagê ya Hejmar 2 sînordarkirina pirtûkan
Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê ku her tim bi binpêkirinên mafan û cezayê dîsîplînê tê rojevê îmze avêt qedexeyeke din. Îradeya girtîgehê sînor danî ser hejmara kovar û pirtûkên girtî digirin hucreyên xwe. Girtî ji vir şûnde dê herî zêde 10 kovar û 10 pirtûkan bikarin werbigirin. Her wiha atlas û nexşerê jî teqez qedexe ne.
BIRYAR KEYFÎ YE
Îdareya girtîgehê di sala 2005’an de jî xwestibû hejmara pirtûkan bi sînor bike û ev yek ji aliyê girtiyan ve nehatibû qebûlkirin û biribûn darazê. Dadgeha Cezayê Giran a Tekîrdagê diyar kiribû ku biryara girtîgehê li dijî hiqûqê ye û biryar xera kiribû. Lê rêveberiya girtîgehê 8 sal şûnde dîsa dixwaze vê bixe meriyetê.
Girtiyan bi faksekê ev bûyer ragîhand û wiha gotin: “ Hinceta ku dane holê ‘Ewlehî ye’. Gelo dibe ku kovar û pirtûk ewlehiya îdarê bixe xe terê? Ne mumku ne, heta ev yek tiştekî komîk e. Gelo ev 8 sale ji ber kovar û pirtûkan ewlehî ketiye xeterê? Na. îdare bi hincetên vala sînor dide ser hejmara pirtûkan.”
ÎNFAZ TÊN ŞEWITANDIN
Girtiyên siyasî diyar kirin ku ji ber sedemên cezayên disiplînêheta 4-5s alan cezayên name û hevdîtinan tê dayîn û destnîşan kirin ku girtiyên dema tehliyekirina wan a bi şert tê ji ber cezayên disipolînê nayê tehliyekirin. Girtiyan got ku ji ber hincet û sedemên vala înfaza hevalên wan tê şewitandn.
Girtiyan diyar kirin ku bila dawî li van zextan bînin û gotin: “Ger dawî li van zext û pêkûtiyan neynin û ev pêkûtî bidomin, ji her tiştî ku biqewime wezareta karê dadê û îdareya girtîgehê berpirsyar e.”