Rejîma Îranê zextên xwe yên li girtîgehan didomîne. Li girtîgeha rejîma Îranê ya li Merîwanê rayedarên rejîmê bi şertê ku girtî nimêj bikin û rojiyan bigirin destûrê didin hevdîtina wan li gel malbatan.
Li gorî agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê bidestketine, girtiyên siyasî yên li girtîgeha Merîwan di bin zextên rejîma Îranê de ne.
Tê gotin ku pêdiviyên girtiyan ên tenduristî jî nayên dabînkirin û rayedarên girtîgehê gelek caran heqaretê li wan dike.
Li gorî agahiyên bidesketine, hêzên rejîmê bi şertê ku nimêj û rojî bigrin, destûrê didin girtî, bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.