Li Girtîgeha Helebê ev 2 meh e destûra hevdîtinê nayê dayîn

Li Girtîgeha Helebê ev 2 meh e destûra hevdîtinê nayê dayîn

Li Girtîgeha Helebê ya Navendî ku girtiyên siyasî û edlî lê dimînin û nêzî 2 meh beriya niha Artêş‏a Sûriyeya Azad bi armanca rizgarkirina girtiyan êriş‏ek pêk anî bû, ev 2 meh e destûr nayê dayîn ku malbat bi girtiyan re hevdîtinê pêk bînin. Hate ragihandin ku piş‏tî êrî‏a rejîmê ya li hemberî girtiyan ku di encamê de 10 girtiyan jiyana xwe ji dest dabû, pêkutî jî zêde bûne.

Li Girtîgeha Helebê, nêzî 2 meh beriya niha, Artê‏şa Azad ji bo rizgarkirina girtiyan êrîş‏ek pêk anî bû, di heman demê de girtiyan jî serî hilda bû. Lê êrî‏a Artê‏a Azad bê encam mabû û hêzên rejîmê jî êrîş‏î girtiyan kiribû û di encamê de 10 girtiyên ku di nava wan de kurdekî ji doza edlî hatiye girtin jî hebû, hatibûn qetilkirin. Di êrî‏şê de bidehan kes jî birîndar bibûn.

Hate ragihandin ku pi‏tî van êrîş‏an, heta niha destûr nehatiya dayîn ku malbat bi girtiyan re hevdîtinê pêk bînin û pêkutiyên li ser girtiyan jî zêde bûne.

Komîteya Girtîgehan a Meclîsa Gel a Bajarê Helebê jî têkildarî mijarê, li Taxa Şêx Meqsud a Helebê civînek çapemeniyê lidar xist. Di civîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de endamê komîteyê Rênas Rênas axivî û diyar kir ku ev 2 meh e, wana nekariye bi girtiyan re hevdîtinê pêk bînin. Rênas, wiha got: "Ji ber ‏erwa pevçûn û ‏er me nekarî hevdîtinê pêk binin. Di vê demê de li ser girtîyan êrî‏ çêbûne, pêkûtî zêde bûne. Li gorî agahiyên me girtine, rew‏a tenduristî ya girtiyan ne ba‏ş e, her wiha ‏ertên wan gelekî zor e. Rejîmê rew‏a awarte rakiriye, lê rêveberîyên zindanê heta niha helwesta xwe ne guhertiye. Tecrîd û Pêkutiyên derunî û fizikî zêdetir dike."

Rênas Rênas, got divê hemû girtiyên siyasî bêne berdan. Rênas got ku ewê ji bo rew‏a girtiyan têkiliyên xwe bisaziyên mirovan çêbikin û rewş‏a girtiyan ji wan re ragihînin.