Li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê girtiyê bi navê Zulfîkar Budak diyar kir ku, li qawişa 7 kesan 28 kes dimînin. Budak anî ziman ku, li aliyê din girtî bi kelepçeyan tên dermankirin.
Girtiyên PKK'ê û PAKJ'ê her tim li girtîgehan û dema diçin nexweşxaneyan rastî binpêkirinên mafê mirovan tên. Mafê wan yê ragihandinê tên astengkirin, li erdê radizên, nexweşan nabin nexweşan, dema dibin nexweşxaneyan jî bi kelepçeyan derman dikin, an jî dema daxwazên xwe bi daxwaznameyan tînin ziman daxwaznameyên wan tên desteserkirin û rastî cezayê hucreyê tên. Dîsa pirsgirêka paqijiyê, xwarina qirêj û ava kêm heye. Li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê jî binpêkirina mafan didome. Girtiyê bi navê Zulfîkar Budak diyar kir ku, li qawişa 7 kesan 28 kes dimînin. Budak anî ziman ku, li aliyê din girtî bi kelepçeyan tên dermankirin.
Budak da zanîn ku, ji ber bi çekê birîndar bûye, bidehan caran emeliyat bû û wiha got: "Ji ber ez birîndarim, bi nexweşiya romatîzma û fitiqê me pirsgirêkên mezin dijîm. Li şûna ku rayedar çareseriyê ji nexweşiya min re bibînin hemû şert û mercên çareseriyê ji holê radikin. Li qawişên 7 kesî 28 kes dimînin. Di nava van şert û mercan mirovan tenduristiya wan baş jî nexweş dikevin. Hemû daxwazên me tên redkirin û paşguhkirin."
'GIRTIYAN BI KELEPÇE DERMAN DIKIN'
Budak destnîşan kir ku, hêjmara girtiyan gelek zêde ye, lê ligel vêyekê girtî tenê dikarin ji hefteyê rojekê derkevin pêşberî doktor. Budak da zanîn ku, doktorê revîrê bêyî wan muayine bike dermanan dinivîse û dema vê yekê îtîraz dike, girtiyan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Alanya dikin û wiha got: "Dema me sewq dikin jî hin caran 4-5 meh derbaz dibe hêj nû me dibin nexweşxaneyan. Dema me dibin nexweşxaneyê jî leşker neheqiyê li me dikin. Dema em itîraz dikin jî em nayên dermankirin. Dibêjin an hûn dê bi ya me bikin, an jî em dê li gorî xwe tev bigerin. Girtiyan bi kelepçeyan derman dikin. Dema girtî vê yekê red dikin jî doktor wan dermannakin. "
Budak ku roj bi roj rewşa wî giran dibe bang li rayedaran kir ku bi hîstiyar tev bigerin û destnîşan kir ku, tiştek bi serê wî bê berpirsiyar Wezîrê Dadê ye.