13 leşkerên artêşa rejîma Sûriyeyê ji tabûra ku li gundê Girzîro ya ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) berya 7 rojan hatibûn dorpêçkirin xwe radestê YPG’ê kirin.
Li gundê Girzîro ya 25 kîlometrî rojhilatê Girkêlegê dikeve,13 leşkerên Sûriyeyê ku ji beriya 7 rojan ve tabûra ku 200 leşker têde hebûn û ji aliyê yekîneyên YPG'ê hatibûn dorpêçkirin, serê vê sibê xwe radestî YPG'ê kirin.
Bi teslîmbûna 13 leşkeran hejmara leşkerên Sûriyeyê ku di pevçûnên gundê Girzîro ji beriya 7 rojan de ji nava leşkerên Suryayê reviyane û xwe radestî YPG'ê kirine.
Piştî ku yekîneyên YPG'ê tabûra leşkerên Sûriyeyê dorpêç kirin alîgirên wan êrîşî şervanên YPG'ê ku li ser daxwaza welatiyan ji leşkerên Sûriyeyê xwestibûn ku ji herêmê derbikevin, ji ber ku leşkerên Sûriyeyê ji herêmê derneketin Yekîneyên YPG'ê ew dorpêç kiribûn.
Di pevçûnên ku rû dabûn pêxwasên rêjîmê li hember berxwedana YPG'ê xwe ranegirtin û neçar man paşve vegeriyan.
Bi vî awayî hejmara leşkerên ku xwe radestî YPG'ê kirin gihişt 27'an û hîna yekîneyên YPG'ê bajarê Rimêlan dorpêç dikin.