Li nêzî gundê Girzîro ya Girkêlekê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û pêxwasên rêjîma Sûriyeyê de pevçûnek rû da.Derbarê encamên pevçûnê de tu agahî nehat dayin.
Çavkaniyên li herêma Girkêlekê ji ANF'ê re ragihandin ku di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li herêmê ne û pêxwasên rêjîma (hêzên çekdar ên alîgirên rejîma Sûriyeyê) Bass de li gundê Girzûro ku 20 km dûrî baajarê Rumêlane şere çêbû..
Heman çavkaniyan diyar kirin ku 3 wesayitên mezin û 7 wesayitên ku çekdarên pêxwasên rêjîma ji Herêma Rimêlan anîn ber bi gundê Dirzîro ve hatine.
YPG'ê ji beriya çend rojan de 200 leşkerên Sûriyeyê ku dorpêç kirin û ji wan xwestine ku ji herêmê derbikevin.