Li Girkê Legê meclisên gundan tên avakirin

Li Girkê Legê meclisên gundan tên avakirin

Li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya avakirina Xweseriya Demokratîk û xwerêxistinkirinê de gundiyên ji gundê Gulîce ya Girkêlegê meclisa xwe ya gel avakirin.

Lı gundê Gulîce ya Girkêlegê doh civîna avakirina meclisa xwe lidarxistin. Meclısa Gel a Gund ji gundiyên ku di civînê de başdar bibûn hate hilbijartin.

Piştre Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesen Koçer li ser rewşa siyasî ya li Rojavayê Kurdıstanê û embargoya li ser gelê Rojavayê Kurdistanê hatiye ferzkirin axivî. Koçer behsa giringiya avakirina meclisan kir û diyar kir ku meclisên ku hatine avakirin ji şêniyên gund pêk tên, ji ber wê bar dikeve ser milê endamên meclisê bi giştî û ew ê bi temînkirina hewcedariyên gel û çareserkirina pirsgirêkên wan mijûl bibin.

Piştre Endama Yekitiya Star Zinarîn Rûken axivî û diyar kir ku hebûna jinan di nava meclisê de bingeha temamiya meclisê ye ji ber ku jin di nava mecliê de tune be dê meclis kêmbe û nikare karê xwe wek ku tê xwestin bike. Rûken da zanîn ku jin dikare cihê xwe di nava meclisan de bigre, ji ber jin xwedî îmkan û hêz e.