Li mala Gel ya Girkê Legê Dîrokzan Ebdil Helîm Ehmed bi mûnasebeta bîranîna komara Mihabatê ya 67’mîn semînerek li ser Dîroka Komara Mehabatê û sedemên hilweşandina wê lidarxist.
Di mala Gel ya Girkê Legê de dîrokzan Ebdul Helîm Ehmed semînerek ji bo bîranîna 67' emîn ya salvagera damezirandina Komara Mihabat lidarxistin. Semîner bi rêzgirtina ji bo cangoriyan li gel sirûda Ey Reqîb destpê kir, peştre Dîrokzan Ebdul Helîm Ehmed dest bi semînera xwe kir û diyar kir ku, Komara Mihabadê li Rojhilatê Kurdistanê bi serkêşiya Qazî Mihemed di 22'ê Çileya 1946’an de hate damezirandin.
Her wiha Ehmed diyar kir ku, Kurdistan di cenga cîhanê ya duyemîn guhertinên balkêş jiyan kir ku, di sala 1941’an de Şêx Hemê Reşîd Xan şoreş destpêkir û karîbû Mihabatê azad bike. Lê ji ber ku rewş tevlîhev bû di sala 1942’a Şêx Hemê berê xwe da Bakûrê Kurdistanê. Ehmed balkişand ku, piştî wê demê li Mihabatê komelaya Vejandina Kurdistanê hate damezirandin û di 15’ tebaxa sala 1945’an de guherî Partiya Demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Qazî Mihemed, yê ku karîbû di 22'ê Çileya 1946’a komara Mehebadê Îlan bike. Komara Mihabadê 330 rojan karî li ser ji sedî 30’ê Rojhilatê Kurdistanê desthiladariya xwe bike.
Ehmed da zanîn ku, komara Mihabadê 11 mehan dewam kir lê di milî fikrî, dîrokî, siyasî û civakî bandor li Kurdan kir û li pey xwe hiştin. Ehmed hilweşandina Komara Mihabadê dê bi hevkariya di navbera Birîtanya, Amerîka û piştgiriya wan ji Şahê Îranê re, yê ku êrîşî tevgera Gelê Kurdistanê kir û komara Mihabadê di 31'ê Adara 1947’an de hilweşandin û Qazî Mihemed tevî bi dehan ji rayedarên Komara Mihabadê bidarvekirin.