Li Geverê tevgera helîkopteran

Li Geverê tevgera helîkopteran

Li navçeya Gever ya Colemêrgê liv û tevgerek mezin heye. Helîkopterên ji Geverê radibin, ber bi Şemzînan û herêmên Oremarê ve diçin.

Liv û tevgera hewayî ya ji şevê din ve li Geverê destpê kirî hêjan didome. Helîkopterên ji 34’mîn Fermandariya Textîkî ya Hidûd radibin ber bi herêmên Şemzînan û Oremarê ve firiyan. Helîkoterên rabûne bitaybet ber bi herêmên Nehrê, Rûbînûs, Navrezan û Guzelkaya ku deverên Şemzînanê yên herî zêde pevçûn lê zêdebûne firiyan. Hate hînbûn ku, ber bi herêmê ve veguhestina leşkerî jî hatiye kirin.