Li navçeya Geverê di encama 2 zarokên ku cismek dîtin û pê leyîzîn de teqînê rû da. Ji du zarokan yek giran birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, du xwişk û birayên binavê B.Y (5) û H.Y (7) dema ku li qada vala ya ber mala wan ya li Taxa Kişla ya navçeya Gevera Colemêrgê cismek dîtin û pê leyîzîn teqînê rû da. Di encama teqînê de her du zarok birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Zarokê binavê H.Y ku rewşa wî girane li rexmî hemû mudaxeleyan rakirin Wanê.
Hate diyarkirin ku, cismê bûye sedemê teqînê bombeya denge, her wiha polîsan li cihê bûyerê lêkolîn pêkanîn.