Li Geverê şerekî dijwar diqewime
Hêzên AKP'ê yên bi bomberdûmanê jî nikarin li Geverê bi pêş de biçin, bi çekên giran ên li ser rêya Şemzînanê bi cih kirî re erîşî taxên berxwedanê dikin.
Hêzên AKP'ê yên bi bomberdûmanê jî nikarin li Geverê bi pêş de biçin, bi çekên giran ên li ser rêya Şemzînanê bi cih kirî re erîşî taxên berxwedanê dikin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ku berxwedan di roja 14. de ye, bomberdûmana li hemberî taxên berxwedanê ji danê vê sibehê ve dijwar bû. Hêzên AKP'ê yên bi bomberdûmanê jî nikarin li Geverê bi pêş de biçin, bi çekên giran ên li ser rêya Şemzînanê bi cih kirî re erîşî taxên berxwedanê Cûmhûriyet û Gungorê dikin. Hêzên YPS û YPS Jin jî bersivê didin êrîşan.
Di şerê duh bi şev de polîsekî 'tîmên taybet' ê Tirk hatibû kuştin, yek jî birîndar bûbû.