Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di pêşengiya rêxistina BDP'ê de bernameya bîranîna 34 Kurdên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan, hate bibîranîn. Di bîranînê de polîsan êrîşî girseyê kir û girseyê jî bi keviran bersiv da polîsan. Bi êrîşa polîsan re li navçeya Geverê bûyeran destpê kir.