Li navçeya Geverê ya Colemêrgê cenazeyê ggerîlayê HPG'ê Orhan Akdogan bi girseyî hate definkirin. Girseya ku piştî merasimê ji ser goristanê vegeriya rastî mudaxaleya polisan hat. Bûyerên dest pê kirin didomin.
Cenazeyê gerîlayên HPG'ê Orhan Akdogan (Rustem Gever) ku li navçeya Payizava ya Wanê di şer de jiyana xwe ji dest da bi girseyî spartin axê. Girseya ku tev li merasima cenaze bû piştî definkirinê xwestin meşek girseyî pêk bînin.
Girseya ku li taxa Ormanê vedigeriya polîsan bi bombeyên gazê û ava şit muxale kir. Ciwanan li hemberi vê yekê li ser kolan û rêyan barîkat danîn. Piştî polîsan mudaxaleyî girsê kir, bûyerderket û bûyer didomin.