Li Geverê polîsan êrîşî gel kirin
Li Geverê, polîsan êrîşî girseya gel a xwest hatina Erdogan û Davûtoglû protesto bike, kirin.
Li Geverê, polîsan êrîşî girseya gel a xwest hatina Erdogan û Davûtoglû protesto bike, kirin.
Şêniyên Geverê xwestin hatina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ya ji bo vekirina balafirgehê protesto bikin, lê belê polîsan êrîşî gel kirin.
Girseya gel bi keviran bersiv da êrîşa polîsan û li ser vê yekê bûyer derket.
Polîsan bi maşînên zirxî û TOMA'yan dest li bûyerê werdan. Li hemberî vê êrîşê jî ciwanan li serê her kolanê bi konteynirên çopê bend danîn. Polîsan fîşekên plastîk, bombeyên gazê berdan girseyê. Şîdeta polîsan a li navçeyê kêlî bi kêlî dijwar dibe.