Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîs bi dehan wesayîtên zirxî û tîmên taybet ketin navenda navçeyê û di ser kargehan de girt.
Li navçeya Geverê polîsa û tîmên taybet bi dehan wesayîtên zirxî ketin navenda navçeyê. Polîsên navenda navçeyê dorpêçkirin di ser kargehên li Pasaja Îranê û gelek kargehên din de girtin. Li navçeyê serdegirtin berdewam dikin û di navbera polîs û welatiyan de nîqaş rû didin. Li navçeyê rageşî didome. Hinceta lêgerîn û serdegirtinan nehate zanîn.