Li Geverê li dijî wesayîta zirxî çalakiya bi roketan

Li Taxa Gungorê ya Geverê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan çalakiyeke bi roketan pêk hat.

Li Taxa Gungorê ya Gevera Colemêrgê danê êvarî teqîneke dijwar ku tesîr û dengê wê li gelek cihan hat bihîstin û hîskirin pêk hat. Hat ragihandin ku sedema teqîna mezin, êrîşa bi roketan a li dijî wesayîta zirxî ya polîsan e. Piştî teqînê gelek wesayîtên zirxî sewqî herêmê hatin kirin, lê der barê detayên bûyerê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.