Gerîlayên HPG’ê li dijî nûqteya kontrolê ya polîsên tevgera taybet a li navçeya Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çalakî di saetên danê sibê de pêk hat. Gerîlayên HPG’ê bi çekên lûledirêj êrîşê nûqteya polîsên tevgera taybet kirin. Piştî çalakiyê pevçûnek demkurt qewimî. Der barê kuştî an jî birîndaran de tu agahî nehat dayîn.