Li Geverê herî kêm du leşker hatin kuştin

Li Geverê herî kêm du leşker hatin kuştin

Di encama du çalakiyên cûda yên gerîlayên HPG’ê li dijî Girê Çetan ê li navçeya Gevera Colemêrgê pêk anîn de herî kêm 2 leşker hatin kuştin û helîkopterek skorsky derbe xwar.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) der barê du çalakiyên gerîlayan ên di 10-11’ê cotmehê de li dijî Girê Çeta yê navçeya Gevera Colemêrgê pêk anîn de daxuyanî da û ev agahî da: Roja 10’ê cotmehê saet derdora 12.00, li navçeya Gever a Colemêrgê ji aliyê gerîlayên me ve li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Çetan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek dijmin hate kuştin. Piştî çalakiyê gerîlayên me çalakiyek li dijî helîkoptera Skorsky ya ku dixwest kuştî û birîndarên dijmin ji herêmê bibe li dar xistine. Di encamê de helîkoptera Sorsky derbe xwariye û neçar maye ku ji herêmê dûr bikeve.

Roja 11’ê cotmehê saet di navbera 13.00-14 .00 gerîlayên me li dijî Girê Çetan çalakiyek din li dar xistine. Di encama çalakiyê de leşkerek hate kuştin û helîkopetera bi tîpa skorsky ya ku ji bo mudaxeleyê hat, li rastî berxwedana hevalên me hat û neçar ma ku ji herêmê dûr bikeve.”

HPG-NÇR diyar kir ku di 9’ê cotmehê de derdora gundên Zargoit, Kox, Çalkiran û Deşt ên Dêrsimê ji aliyê artêşa “dagir” a Tirk ve operasyone hatiye destpêkirin û wiha domand; “Artêşa dagirker a Tirk ku hemû rêyên li herêmê girt, heta 11’ê cotmehê herêmê bi obîs û hewanan topbaran kiriye. Di 12’ê cotmehê de operasyon bê ku tu encamek bi dest bi xwe şûnde vekişiyaye, lê li herêmê bi awayê keşîf û kemînan berdewam dike. Her wiha herêm weke herêma demkî ya ewlekariyê hatin îlankirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “Di 12’ê cotmehê saet nêzî 13.00’an di navbera Gundê Findika û Zivinga Şikaka ya girêdayê Gabarê de şantiyeke ku rê çêdikir û ligel hemû hişyariyan dest jê berneda, gerîlayên me bi ser de girtin. Li vir jî maşîneyeke şkandinê û dozerek hate şewitandin û 3 telefon hatine desteserkirin.”

LI SILOPIYÊ ÇALAKÎ

HPG-NÇR’ê da zanîn ku di 12’ê cotmehê de di navbera saetên 18.00-20.00’an de li navçeya Şirnexa Sîlopyê di navbera Gundê Bêsipîn û Gitê gerîlayan bi ser şantiyeya dewletê de girtin û ev agahî da; “Xebatkarên ku ji bo santrala termîkê ya ku gel jê bi gazinc bû û jiyana welatiyan dixist xeteriyê, komur derdixist û dikişand hatibûn hişyarkirin û der barê pêvajoyê de hatibûn agahdarkirin. Her wiha li Şantiyê 7 kepçe, 2 maşîneyên şkandinê, du wesayîtên kolanê, 2 dozer,3 pîkap, jîpek, 2 komayon, kampyonetek, 15 amûrên biçûk,55 telefon hatibû îmhakirin û amûreke biçûk û 63 funyeyeyên ceryanê hatibûn desteserkirin.”

LI ÇELÊ BOMBEBARAN

HPG-NÇR diyar kir ku di 11’ê cotmehê de saet li dora 19’an li navçeya Çelê ya Colemêrgê artêşa “dagirker” a Tirk li hemberî herêma Ertuş bi balafirên şer êrîşa hewayî pêk anî û got; “Di 11’ê Cotmehê de jî li navçeya Çelê ya Colemêrgê li hemberî gundê Ertuş, Garê ya biçûk û Zêvê êrîşa hawa û obusê pêk hat.”