Li Geverê greva birçîbûnê tê destpê kirin

Li Geverê greva birçîbûnê tê destpê kirin

Nûnertiya TUHAD-FED'a Gevera Colemêrgê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î dane destpêkirin dest bi greva birçîbûnê dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î di 12'ê Îlonê de bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk bên û hemû zextên li ser gelê Kurd bi dawî bibin hate destpêkirin berdewam dike.

Piştî hemû girtî ketin greva birçîbûnê ji bo piştgiriyê Nûnertiya TUHAD-FED'a Geverê ket nava hewldanê. Rêveberên TUHAD-FED'ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kirin ku, êvarî di demjimêr 17.00'an de li avahiya BDP'ê dest bi greva birçîbûnê dikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girankirin û wiha hate gotin: "Girtiyên PKK û PAJK'î ji bo rakirina tecridê li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine. Em jî bi giyanê 14'ê Tîrmeha 1982'an vê çalakiyê pêşwazî bikin. Em wekî ciwanên Geverê dibêjin ku heta dengê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bibihîzin em dest ji berxwedan û şoreşa xwe bernadin. Em gêrîlayên PKK û PAJK'ê silav dikin û şiyara me azadiya Ocalane."