Li Geverê êrîşên polîsan didomin
Êrîşên polîsên Tirk li hember ciwanên Serokkomar û Serokwezîrê Tirk şermezar dikin didomin.
Êrîşên polîsên Tirk li hember ciwanên Serokkomar û Serokwezîrê Tirk şermezar dikin didomin.
Ciwanên bi sedema Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglu yên ji bo vekirina Balafirgeha Geverê hatine navçeyê vekirinê dikin amûra siyasetê protesto dikin rastî êrîşa polîsan hatin. Bûyerên bi êrîşa polîsan destpê kirin didomin. Bi hezaran polîs û wesayîtên zirxî yên ji Colemêrg, Wan, Qers, Meletî sewq kirine, Gever dorpêç kirine.
Danê nîvro polîsan bi dehan wesayîtên zirxî êrîş birin ser ciwanên li navenda navçeyê kom bûn. Pevçûnên bi êrîşa polîsan destpê kirin, li navenda navçeyê, taxên, Gungor, Cumhuriyet, Kişla û Esentepe belav bûn. Polîs bi bombeyên gazê, guleyên plastîk û ava şid ku êrîşî ciwanan dikin, ciwan bi keviran bersiv didin.
Bendên ciwanan li kolan û navenda sûkê danîbûn ji aliyê polîsan ve hatin rakirin. Bendên hesinî li wesayîtên zirxî hatin barkirin û ji bo tespîta şopa destan birin midûriyeta polîsan. Hat dîtin ku polîsên ji wesayîtên zirxî daketin bi destan û devkî heqaretan li xwepêşendaran dikin û wan tehrîk dikin. Zarokekî ku di destê wî de ala HDP’ê hebû polîsan al jê stend û heqaret lê kirin.
Xwendekarên Lîseya Geverê jî dema ji dibistanê derketin û li ber polîsan re derbas bûn dirûşma, “Bijî Serok Apo” gotin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşê xwendekaran kirin. Bombeyên gazê yên polîsên Tirk bêserûber diavêjin ji gelek malan ketin. Welatiyan jî ku bertek nîşanî polîsan dan, li Taxa Kişla ji ber bombetyên gazê yên polîsan avêtin li malekê şewat derket. Di malê de zerara madî rû da.
Li aliyê din hat diyarkirin gelek helîkopter li Fermandariya Tugayê tên rawestandin. Du helîkopterên Kobra yên ku ji Şemzînanê hatine jî li ser navçeyê bênavber difirin.