Li Geverê di navbera girse û polîsan de pevçûn

Li Geverê di navbera girse û polîsan de pevçûn

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Alî Îhsan Yilmaz (Azad Gever) ji bo bêdefinkirin oxurî gundê Yekmala Binî hate kirin di navbera girseya dest bi meşê kir û polîsan de pevçûn derket.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Alî Îhsan Yilmaz (Azad Gever) yê ku di 15'ê îlonê de li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, li Geverê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de hemû esnafên navçeyê dikanên xwe girtin û tevlî meşê bûn. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê gêrîla Azad ber bi gundê Yekmala Binî ve hate oxirkirin.

Piştî cenaze ji navçeyê derket di navbera ciwanên li navenda navçeyê meş li dar xistin û polîsan de pevçûn derket. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Girseyê jî bi keviran bersiva polîsan da. Bûyer li navenda navçeyê berdewam dikin.