Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîs û tîmên taybet bi dehan wesayîtên zirxî ketin navenda navçeyê û 3 kes binçav kirin. Di navbera welatiyên bertek nîşanî polîsan dan û polîsan de pevçûn derket.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîs û tîmên taybet bi dehan wesayîtên zirxî li Pasaja Elît di ser kargehan de girt û Omer Aybar û 2 kesên navên wan nehatin zanîn bi awayê ku torbe li serê wan kirin binçavkirin. Welatiyan ji ber vê helwestê bertek nîşanî polîsan dan. Pişt re di navbera welatî û polîsan de pevçûn derket. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî welatiyan kir. Welatiyan ji bi keviran bersiva polîsan da. Li navenda navçeyê welatiyan barîkan danîn û pevçûn didomin.