Li navçeya Colemêrg Geverê bi rojane ku gel li hember êrîşên tîmên taybet xweparastina xwe dike, tîmên tevgera taybet vê carê jî taxên Yeşîldere û Dîze dorpêç kirin. Tîmên taybet ku bi dehan panzer, wesayîtên zirxî û kepçeyên zirxî tax dorpêçkirin, rasterast gule berdan nav taxan. Tîmên taybet ku hewl dan barîkatên di ketina taxan de rakin û bikevin taxan, gel bi çalakiya dengderxistin, dirûşm û tiliyan bersiv da.
Geveriyan li hember dengê çek û teqînan bi dirûşm, tilîlî û beroşan xweparastina xwe girtin, destûr nedan tîmên tevgera taybet bigirin ser taxan. Tîmên taybet li hember berxwedana gel vekişiyan Kolana Eczaneyan.