Li nêzî gundê Gokçepinar yê ser bi navçeya Gercûsa Êlihê ve kesekî binavê Fethûllah Demîrtaş yê 36 salî di nava zeviyê de mirî hate dîtin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, Fethûllah Demîrtaş (36) zewicî û bavê 4 zarokan yê li gundê Gokçepinar yê navçeya Gercûsê dima, ji bo ji malê derbikeve derket derve. Dema ku demek dirêj ne vegerî malê, malbat kete nava fikaran û agahî da xelkê gund. Di encama lêgerînan de Demîrtaş li nava zeviya nêzî gund mirî hate dîtin. cenazeyê Demîrtaş birin Nexweşxaneya Dewletê ya Gercûsê, piştî vekolînan ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê.