Li Geliyê Bembû yê nêzî Bêzelê (Atutun) di navbera gerîla û artêşa Tirk de pevçûnek qewimî. Di çalakiya gerîlayan de ku li Geliyê Doskî yê Geverê li dijî karwanê leşkerî li dar xistin herî kêm 3 leşker hatin kuştin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dane, saet di 03.30 de, li Geliyê Bembû yê nêzî Bêzelê pevçûnek dijwar di navbera gerîla û artêşa Tirk de qewimî. Der barê encamên pevçûnê de tu agahî nehatin bidestxistin.
Her wiha, hat diyarkirin ku gerîlayan duh saet di 10.00 de, li Geliyê Doskî li dijî karwanê leşkerî yê artêşa Tirk çalakiyek li dar xist û pevçûna piştî çalakiyê rû da, heta seat 02.00 berdewam kir. Di encama çalakiya gerîlayan de gelek wesayîtan derbe xwar û herî kêm 3 leşker hatin kuştin. Karwana leşerkî neçar ma ku paşde vegere.
Piştî çalakiya gerîlayan herêma Geliyê Doskî ji bi helîkopterên kobra, obîs û hewanan hate bombebarankirin.