Li gelek navendan êrîşa li Amedê hat protestokirin

Nerazîbûnên li hemberî êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, dewam dikin.

Nerazîbûnên li hemberî êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê, dewam dikin. Rêxistinên civakî yên sivîl bi daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyan re êrîş şermezar kirin. Di çalakiyan de bal hat kişandin ser rola hikûmeta AKP'ê ya di êrîşê de û hat li hilbijêran hat kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê.

KHM: ZIMANÊ NEFRETÊ BINGEH JI ÊRÎŞÊ RE AMADE KIR

Di daxuyaniya Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (KHM) de hat ragihandin ku ji ber zimanê nefretê yê rayedarên dewlet û hikûmetê, ku bi rêyên cuda yên çapemeniyê HDP hedef nîşan dan, bûn sedem ku heta niha bi sedan êrîş li dijî HDP'ê hatin kirin û hat ragihandin ku heta niha der heqê kiryarên êrîşan de lêpirsîneke bi bandor nehatine meşandin, tedbîrên ewlekariyê nedihatine girtin. Komeleyê destnîşan kir vê yekê bingeh ji êrîşa duh a li Amedê re amade kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em vê êrîşa li dijî jiyaneke nû, wekhev, adîl û bi hev re hatiye kirin, careke din bi nefret lanet dikin."

KOMELEYA DIJBERÊ QIRKIRINÊ YA DÊRSIMIYÊN LI EWROPAYÊ: EM JI DÊRSIM 38'AN NAS DIKIN!

Komeleya Dijberê Qirkirinê ya Dêrsimiyên li Ewropayê da xuyakirin ku HDP partiya bindestan, garantiya aştî û biratiyê ye û got, "Em êrîşên qirêj ên li dijî HDP'ê şermezar dikin û mirovên hatine qetilkirin bi rêzdarî bibîr tînin. Em vî mejiyê qetlîemkar ji Dêrsim 38'an heta niha baş nas dikin. Ji Sêwas, Mereş, Çorûm, Gezî, Roboskî û ji bi hezaran kuştinên kiryar nediyar ên salên 90'î nas dikin. Em wan nas dikin û heta ku ew sûcdariya xwe qebûl bikin, birînan bipêçin û li sûcdariyên xwe hev rû bên, em wan efû nakin."

KOMELEYA HIQÛQNASÊN AZAD: HILBIJARTINEKE NE ADIL E

Komeleya Hiqûqnasên Azad Şaxê Enqereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku gotinên Serokkomar Erdogan ên di oxira berhevkirina dengan ji bo AKP'ê de HDP'ê hedef nîşan didin, medya AKP'ê û derdorên neteweperest ên HDP'ê hedef nîşan dibin, bûn sedem ku êrîşên li hemberî HDP'ê roj bi roj zêde bibin.  Komeleyê diyar kir ku heta niha li çar aliyên welêt bi qasî 200 êrîş li hemberî HDP'ê hatine kirin û got, "Ev rewş nîşan dide ku hilbijartin di atmosfereke bi çi rengî ya ne adil û ne wekhev de tê kirin. Êrîşên li dijî HDP'ê ku yek ji pêkhateyên esîl ê aştiya li welêt e, nayê qebûlkirin. Divê kiryar û hêzên li pişt êrîşan bên aşkerakirin."

MÊRDÎN

Li navçeya Mêrdîn Qoserê, nûnerên KESK, DÎSK û TMMOB'ê der barê mijarê de civîneke çapemeniyê lidar xistin. Nûnerê sereke yê BES'ê yê Qoserê Şeyhmûs Akbaba di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku êrîşa li Amedê provokasyoneke û got, "Ji bo êrîşa bombeyî ya li qadeke bi hezaran sivîl lê kom bûne, gotina hovîtiyê jî têrê nake." Akbaba got, "Em weke alîgirên têkoşîna ked, demokrasî û azadiyê, em ê rê nedin faşîzmê û demokrasiyeke rasteqîn ava bikin. Di vî warî de em ê têkoşîna xwe xurt bikin."

EDENE

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Edeneyê êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê şermezar kirin û banga berpirsyarî û hestiyariyê kirin. Serokê DÎSK Genel Îş Hejmara 2. a Edeneyê Yaşar Gundogdû, got, "Êrîş li hemberî aştî û demokrasiyê hatiye kirin. Bi mîlyonan deng, ji canê mirovekî ne girîngitr e. Bila ya bi ser bikeve aştî û demokrasî be. Bila aştî bê vî welatî."

'KIRYAR DEWLET E'

Nazmeta HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî bibîr xist ku êrîşên li hemberî HDP'ê bi provokasyona li navçeya Agirî Giyadînê destpê kiriye û bi komkujiya li Amedê re hewl hatiye dayîn bi hezaran kes bên qetilkirin. Beştaş diyar kir ku ev êrîş dişibe êrîşa 1'ê Gulana 1977'an û got, "Bi helwesta berpirsyarî û hişyariyê ya gelê me re, pêşî li windahiya bi sedan canan hat girtin."

Beştaş got, "Eger kiryar li holê nebe, wê demê kiryar diyar e, kiryar dewlet e, ji ber dewletê pêk hatiye" û destnîşan kir ku gelên Tirkiyeyê wê di 7'ê Hezîranê de bersiva herî baş bidin."