Li gel êrîşa polîsan bi hezaran kesan gêrîla Çekdar oxir kir

Li gel êrîşa polîsan bi hezaran kesan gêrîla Çekdar oxir kir

Li gel polîsan bi tund êrîş cenazeyê gêrîla Cûmalî Îldem yê ku li navçeya Payîzava ya Wanê jiyana xwe ji dest da kir, disa jî ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Di merasîma cenaze da Bavê gêrîla Çekdar Mehmet Îldem axivî û diyar kir ku, qasî li ser vê erdnîgariyê şer bidome, mirin dê pêk bên û ew dê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Cumalî Îldem (Çekdar Rojaçiya) yê ku di pevçûna li bejahiya navçeya Payîzava ya Wanê jiyana xwe ji dest da duh ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edîl ya Meletiyê hate wergirtin. Cenazeyê gêrîla Çekdar anîn navçeya Qoserê ya Mêrdînê. Piştî li Mizgefta Haci Tahîr wecîbeyên olî hatin bicih anîn darbesta bi alên HPG'ê hate girêdan li ser milan hate hilgirtin. Di meşa girseyî de sloganên "Ciwan cangoriyên Apo ne", "Qatîl Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bê serok jiyan nabe", "Tolhildan", "PKK gele gel li vire" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin vekirin. Polîsan li ber Girtîgeha Qoserê bi bombeyên gazê êrîşê meşê kir. Di êrîşa polîsan ya tund de gelek kes birîndar bûn. Girseyê jî bi keviran bersiva polîsan da. Ji ber bombeyên gazê dayîka gêrîla Çekdar Naîle Îldem û 2 jinên din li ser hişên xwe çûn.

Ji ber bombeyên gazê yên polîsan xwendekarên Dibistana Seretayî ya Dîcleyê bandor bûn. Ji ber gazê dibistan hate valakirin û gelek zarok ji ber gazê nerehet bûn. Dîsa ji ber bombeya gazê ya li sanîşîna malekê de şewat derket. Îtfaiyeya Şaredariya Qoserê mudaxele li şewatê kir.

'EM DÊ TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN'

Di pevçûnê de gelek kes hatin binçavkirin. Ligel êrîşa polîsan bi hezaran kes xwedî li cenazeyê gêrîla Çekdar derketin û girse careke din hate cem hev û dest bi meşê kirin. Girseyê bi sloganan cenaze anî Goristana Şehîdan. Piştî karên veşartinê Bavê gêrîla Çekdar Mehmet Îldem axivî û diyar kir ku, qasî li ser vê erdnîgariyê şer bidome mirin dê pêk bên û wiha got: "Weke hemû gelên têkoşîna azadiyê didin ciwanê me jî ji aliyê pergalê ve tên qetilkirin. Em dê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Bijî Kurdistan, bijî gêrîla"

Dayîka gêrîla Çekdar Naîle Îldem jî diyar kir ku, kurê wê ji bo gelê Kurd li çiyayan têkoşîna bi rûmet da û jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Em weke dayîkên Kurd ji bo azadî û aştiyê li vir bang li Erdogan dikin. Êdî vi şerî bi dawî bikin."

Piştî axaftinên Nûnerê MEYA-DER'ê Fetah Tekîn û rêveberê BDP'ê merasîma cenaza bi dawî bû.