Li Gabarê leşkerek hat kuştin

Li Gabarê leşkerek hat kuştin

Di encama çalakiya gerîlayên HPG’ê roja 16’ê kanûnê li dijî qereqola Zivingê û Girê pêk anî de herî kêm leşkerek hate kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG (HPG-NÇR) da zanîn ku gerîlayan roja 16’ê kanûnê li dijî qereqolên Zivingê û Girê çalakiyên hemwext li dar xistine û ev agahî da:

“Di 16’ê Kanun'ê de di saet 13.30’an de li Şirnexê li dijî leşkerên dijmin ên li Qereqola Zivingê û Girê parastina qereqolê dike, ya bi ser Çiyayê Gabarêye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hemwext hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeperên hatine hedef girtin bi awayeke bandor hatiye lêdan, Di vê çaçakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin, hejmara birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Artêşa dagirker a tirk kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorsky ji herêmê dûr xistiye. Piştî çalakiyê li dijî derdora cihê çalakiyê ji aliyê dijmin ve bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”