Li Ferqînê ji seatên serê sibehê û pevê tevgera helîkoteran ku dest pê kir didome.
Li navçeya Ferqînê ya Amedê, ji demjimêrên serê sibehê û pevê tevgera helîkoteran ya ku destpê kir didome. Helîkopterên ji Fermandariya Cendirmeyan Taktîk ya Ferqînê bi ser navenda navçeye nizm firiyan. Hate dîtin ku, helîkopter ber bi çiyayên gundên Sêdeqnê û Boşat yên girêdariye navçeyên Xezro û Ferqînê ve çûn. Hate hînbûn ku, şevê din polîsan li ser rêya Amed-Êlihê noqteya kontrol kirine avakir û wesayît kontrol kirin.