Li Farqînê operasyona leşkerî

Li Farqînê operasyona leşkerî

Piştî şevê din gêrîlayên HPG'ê şantiyeya şîrketa tunela bendava Farqînê çêdike şewitan li herêmê operasyon hate destpêkirin û helîkopter jî piştgiriyê didin operasyonê. Operasyon berdewam dike.

Li nêzî gundê Cîcîka yê navçeya Farqînê ya Amedê şevê din gêrîlayên HPG'ê şantiyeya şîrketa Bendava Farqînê çêdike şewitand. Piştî vê yekê li herêmê operasyona hewayî hate destpêkirin û berdewam dike. Helîkopter jî piştgiriyê didin operasyonê. Helîkopterên ji 7'emîn Kolorduya Fermandairya General Galîp Denîz ya Amedê radibin leşkeran dibin herêma operasyonê. Operayon li herêma di navbera navçeyên Farqîn û Pasurê hate destpêkirin de berdewam dike.