Li Farqînê li dijî melayê Kurd mudaxeleya AKP’ê

Li Farqînê li dijî melayê Kurd mudaxeleya AKP’ê

Li navçeya Farqînê ya Amedê serokê navçeya AKP’ê ji ber ku meleyê gundî wî ne AKP’î ye, melekî nû bir wir.

Xebatên AKP’ê yên wekî qada çapemenî, daraz, perwerde û ewlehiyê û oldaran bikin AKP’yî didome.

Bûyer li gundê Zinzinê yê serokên AKP’a Farqînê Nedîm Kiliçaslan qewimî. Li gorî agahiyên ku gundiyekî daye ANF’ê, meleyê gund ji AKP’ê hez nedikir û ji ber vê yekê jî serokên navçeya AKP’ê melayekî nû aniye gund.

Kesê ku nexwest navê xwe bide diyarkirin ku gundiyan 3 sal berê xanî ji meleyê gund re çêkirine û got niha li gund du mele hene û meleyê berê çûyîna ji gund red dike. Gundî li dijî bê mudaxaleya siyasî bertekan nîşan didin.

Gundiyên Zinzini diyar kirin ku Mele Abdullah Tumuk ku di salên xwe yê daweî de li Newala Beka bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re derbas kiriye û gotin Tumuk jî li vî gundî 15 salan meletî kriye û got ew dixwazin mala wî bikin muze lê derfetê wan tune.