Hate hînbûn ku, li navçeya Farqînê ya Amedê li gundê Dêrika Miqûrê, Malaeîkê û Hokanê û derdorên wê komeke ji 6 kesan pêk tê, bi mînîbusê digerin.
Li gorî çavkaniyên herêmî li navçeya Farqîn ya Amedê li gundê Dêrika Miqûrê, Malaelîkê û Hokanê komeke kontrayê ya ji 6 kesan pêk tê bi mînîbuseke plakaya wê sivîl ya aydê navçeya Farqînê digere. Koma ku hat li gundê Dêrika Miqûrê geriya lingê wan hemû herîbûn û hate hînbûn ku, gelê herêmê ji vê rewşê bi fikarin. Hat diyar kirin ku, kom ji gund derket û berbi Farqînê ve ketine rê.