Li Farqînê 4 kes hatin binçavkirin

Bi nêzîkbûna hilbijartinan re operasyonên qirkirina siyasî jî zêde dibin. Polîsan li navçeya Amed Farqînê avêtin ser malan û 4 kes kirin binçavan.

Li navçeya Amed Farqînê, mala Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Bariş Gulenyuzlu jî di nav de polîsan avêtin ser 5 navnîşanên li taxên Yenîşehîr û Ferîdûnê. Di serdegirtinên danê sibehê de polîsan eşyayên li malê belav kirin û welatiyên bi navê Îbrahîm Dulkadîr, Mehmet Şîrîn Yaş, Şîrîn Degîş û Mûstafa Bînen kirin binçavan. 4 kesên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Farqînê.

Bavê Mûstafa Bînen Vahyettîn Bînen diyar kir ku polîsan ber destê sibehê saet di 04:00 de avêtine ser mala wan û got, "Li derî û paceyan xistin. Min jî serê xwe ji paceyê derxist û wan berê tivingê dan serê min. Wê derî bişikanidina, min derî vekir. Her kes hişyar bû. Berê tivingê dan serê jin û zarokan."

Bînen anî ziman ku dema wî rewş ji polîsan pirsî ye, polîsan bi mertal li wî dane û diyar kir ku hemû eşyayên li mala wan li nav hev xistine. Bînen da xuyakirin ku bêyî navekî bipirsin destê kurê wî Mûstafa Bînen ji pişt ve kelepçe kirine û ew birine.

Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Bariş Guleryuzlu jî anîziman ku polîsan li mala wî li xwarziyê wî Muslum Tayar geriyane û ji ber ku ew li malê nedîtine, ji malê derketine.